Kabîne îro bi rojeva “erdhej”ê kom wê kom bibe

Kabîneya Serokkomarîyê, îro di serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de, bi rojeva “erdhej”ê dê kom bibe.

Ekleme: 14.02.2023 10:20:29 / Güncelleme: 14.02.2023 10:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Civîn, di seat 15.00an de di avahîya Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê de dest pê bike.

Wezîrên ku li herêma erdhejê ne jî ew ê bi onlaynî beşdarî civînê bibin.

Alîkarê Serokkomarê Fuat Oktay, daxuyandibû ew ê rojeva civînê tenê erdheja Mereşê bibe.

Oktay weha gotibû, “Ger ku bibe qismet em ê kabîneya xwe di bin serokatîya Serokkomarê xwe de kom bikin û dîsa rojeva me afetên niha, rewşa dawî û tedbîrên ku tênê girtin û ew ê bên girtin be.” (ÎLKHA)