Ajokerê ku ji polêsan revîya li peyayan qelibî: 8 birîndar

Li New Yorkê ajokerê qamyonetê li peyayan qelibî û du jê giran tev de 8 kes birîndar bûn.

Ekleme: 14.02.2023 09:50:28 / Güncelleme: 14.02.2023 09:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li herêma Brooklyna New Yorkê pêk hat.

Li gorî çapmenîya Emrîqayê ajokerê qamyonetekî ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji polêsan revîya û dû re jî derket ser qaldirimê û li peyayan qelibî.

Di encama bûyerê de li gorî diyarîyên ‘ewil yek jê polês, 2 jê giran 8 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)