Xanîyên li Cînderesê ji sedî 70 xera bûn

Li Sûrîyeya û Rojavaya ku ji erdhejên ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat tesîrdar bû xerabûneke mezin pêk hat. Xanîyên Cînderes û Efrînê ji sedî 70 xerabûn.

Ekleme: 14.02.2023 09:40:27 / Güncelleme: 14.02.2023 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mereşê di 6ê Sibatê de di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej: li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bûn sedema xerabûnên mezin.

Erdhejên li Tirkîyeyê li çend herêmên Sûrîye û Rojavayê jî xist.

Li bajarên Îdlîb, Halep, Hema, Lazkîye û Tartusê jî ji erdhejan tesîrdar bûn.

Li bajarên Rojavayê yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne yek jî Efrîn e, li navçeya Cînderesa Efrînê ji sedî 70 xanî û avahî bi temamî xera bûn.

Di enqazan de xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome.

Mirovên ku xanîyên wan xerabûne di mizgeftan de, di kolanan de an jî di konan de jîyana xwe derbas dikin. (ÎLKHA)