Yemenî ji mexdûrên erdheja Semsûrê re alîkarî şandin

Nûnerê Tirkiyeyê yê Komeleya Pêşketinê ya Navneteweyî ya Yemenê Zekeriya Numan diyar kir ku ji bo mexdûrên erdheja Adiyemanê malzemeyên alîkariyê yên însanî yên bingehîn anîne.

Ekleme: 13.02.2023 11:05:28 / Güncelleme: 13.02.2023 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zekeriya Numanê Nûnerê Tirkiyeyê yê Komeleya Pêşketina Navneteweyî ya Yemenê got, "Îro wek Komeleya Pêşketina Navneteweyî ya Yemenê me bi Weqfa Yetîman re li Adiyemanê alîkariyên ku ji Kuweytê hatibûn şandin belav kirin. Îro li vir pakêtên ku ji bo pitik û mezinan hatine amadekirin me belav kir. Dîmena ku em li vir dibînin ji ya ku qala wê tê kirin wêdetir e."

Alîkarê Serokê Weqfa Yetîm-Derê Engîn Taştekîn der barê xebatên ku li gel Komeleya Pêşketina Navneteweyî ya Yemenê dimeşînin de  wiha got: "Heta niha em wek Weqfa Yetîm-Derê alîkarîya Yemenîyan dikir, lê a niha ew li vê derê alîkarîyê dikin.”(ÎLKHA)