Aysimaya 10 salî piştî 160 saetan ji bin xirbeyan hat rizgarkirin

Li Adiyamanê ku ji ber erdheja navenda wê Kahramanmaraşê bû hilweşiya, piştî 160 saetan di bin kavilan de mûcîzeyek çêbû. Aysima Baltacıya 10 salî ji bin xirbeyan hat xelaskirin.

Ekleme: 13.02.2023 10:50:27 / Güncelleme: 13.02.2023 10:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Digel ku çendîn roj ji ser erdhejê derbas bûbin jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hêvîya xwe winda nakin û xebatên xwe didomînin. Di encama van xebatên bi hêvî de li Semsûrê piştî 160 seatan Aysîmaya 10 salî ji bin enqazê zindî hat derxistin.(ÎLKHA)