Alî Qaradaxî, ji bo mirovên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya xîyabî da kirin

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê Prof. Dr. Alî Qaradaxî, ji bo mirovên ku li Tirkîye û Sûrîyeyê canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya xîyabî da kirin.

Ekleme: 12.02.2023 17:35:31 / Güncelleme: 12.02.2023 17:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Dohaya paytexta Qetarê ji bo mirovên ku li Tirkîye û Sûrîyeyê canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya xîyabî hat kirin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê Prof. Dr. Alî Qaradaxî, di mizgefta Hezretî Aîşe ya li Dohayê de ji bo mirovên ku li Sûrîye û Tirkîye canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya xîyabî kir, dua kir û Qur’ana Pîroz xwend. (ÎLKHA)