Li Semsûrê piştî ku 153 seat ji ser erdhejê derbas bûn re 3 kes ji bin  enqazê hatin derxistin

Hat ragihandin li Semsûrê piştî ku 153 seat ji ser erdhejê derbas bûn re 3 kes ji bin  enqazê hatin derxistin.

Ekleme: 12.02.2023 16:30:30 / Güncelleme: 12.02.2023 16:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin, li gelek bajaran gelek avahî xera bûn. Di encama hilweşîna wan avahîyan de jî gelek mirov di bin enqazan de man.

Ev bû 7 roj e xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêna jî didomin û di encama wan xebatan de xeberên mizgîn jî tênê.

Tê diyarkirin li Semsûrê piştî ku 153 seat ji ser erdhejê derbas bûn re 3 kes ji bin  enqazê hatin derxistin.(ÎLKHA)