Piştî 152 seatan bi saxîtî hatin derxistin

Li Semsûrê Ahmedê 7 salî piştî 152 seatan, li navçeya Nîzîba Entabê jî Eylul Kiliç piştî 148 seatan di bin enqazê de bi saxîtî hatin derxistin.

Ekleme: 12.02.2023 13:20:31 / Güncelleme: 12.02.2023 13:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin, li gelek bajaran gelek avahî xera bûn. Di encama hilweşîna wan avahîyan de jî gelek mirov di bin enqazan de man.

Ev bû 7 roj e xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêna jî didomin û di encama wan xebatan de xeberên mizgîn jî tênê.

Ji wan xeberan yek jî li Semsûr û li Entabê hat.

Li Semsûrê Haci Ahmetê 7 salî 152 seat piştî erdhejê hat derxistin, ekîban ji bona ku xuşka Ahmet Nehîr jî di bin enqazê de derbixin dixebitin. (ÎLKHA)