Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beşdarî şîna Sezerê ku di erdhejê de rehmet kirîye bû

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, beşdarî şîna Cuma Sezerê Endamê Baskên Ciwanê Mereş yê HUDA PARê ku di erdheja Mereşê de di bin avahîya hilweşîya de bêrih hatibû derxistin bû.

Ekleme: 12.02.2023 12:20:30 / Güncelleme: 12.02.2023 12:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Du erdhejên ku li Mereşê pêk hatin bûn sedema xerabûnên mezin. Xeyn li Mereşê bi tevî Entabê di 8 bajaran de gelek avahî xera bûn û gelek însan tesîrdar bûn. Di encama erdhejê de bi hezaran mirov canê xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.

Malbata Cuma Sezerê Endamê Baskên Ciwanê Mereş yê HUDA PARê ku di erdheja Mereşê de di bin avahîya hilweşîya de bêrih hatibû derxistin, şîna xwe li Entabê danîtine.

Yapiciogluyê ku li Mereşê zîyaretên xwe dawî kir derbasê Entabê bû û bi tevî lijneya bi wî re malbata Sezer zîyaret kirin û beşdarî şîna wî bûn.

Yapiciogluyê ku malbata sezer zîyaret kir, daxwazîyên şîna xwe ji bavê Sezer Mustafa Sezer re got û ji malbatê re jî daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)