Ji Misilmanên li Emrîqayê ji bo erdhejzedeyan re 100 milyon dolar alîkarî

Sazîya Misilmanên ku li Emrîqayê ne Konseya Rêxistinên Misilman yên Emrîqayê (USCMO), ji bo erdhejzeyên li Tirkîyê nêzê 100 milyon dolarî alîkarî komkirin.

Ekleme: 12.02.2023 11:55:28 / Güncelleme: 12.02.2023 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

USCMO, di daxuyanîya niviskî de weha got, “Misilmanên Emrîqayî, tenê di nav çend rojan de, ji bona ku ji birayên xwe yên ku di rewşa xerab da ne re alîkarîyê bikin 100 milyon dolar alîkarîya meddî û yên dinê kom kirin.”