Serokê Sazîya Bireveberîya Rêyên Hewa yê Tirk Bolat: Em ê hezar heb xanî lêbikin

Serokê Komîteya Îcra û Sazîya Bireveberîya Rêyên Hewa yê Tirk (THY) Ahmet Bolat, destnîşan kir ku ew difikirin ku li herêmên erdhejê hezar heb xanîyan lêbikin.

Ekleme: 12.02.2023 11:05:27 / Güncelleme: 12.02.2023 11:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bolat di daxuyanîya xwe de weha got:

“Hemû kes ji bona îro bi canxiraş dixebite, alîkarîyê kom dike. Lê sibê ewê muhîmtir bibe. Lazimatîya piranîya 10 milyon însanên me ew ê ji xanîyan re hebe û heye. Em, difikirin ku li herêmên erdhejê taxeke THY yê bi 1000 heb xanîyan lêbikin. Bankeyan, holdîngên mezin, taximên fitbolê, derwlemendên eşkere an jî bidizî hûn ji ev pêşniyarê me re amade ne ku bikin? Tirkên ku li derveyê welat dijîn, STKyan hûn amade ne? Bira taxên we jî li vê derê hebe.”

Xanîyên ku bên lêkirin ew ê di nav salekî de bê dawîkirin û ji erdhejzedeyan re bê teslîmkirin. (ÎLKHA)