Weqfa Êtîman ji malbata êtîm yê erdhejzedeyê re xwedî derket

Weqfa Êtîman, li Semsûrê ji malbata êtîm yê ku di erdhejê de xanîyên wan xera bû re xwedî derket û wan li Dîyarbekirê bi cîh kir.

Ekleme: 11.02.2023 17:09:36 / Güncelleme: 11.02.2023 17:09:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman yê ku di erdheja ku li Mereşê pêk hat û di encama wê de nêzê 20 hezar însanan canê xwe ji dest dan de di nav xwêdan û xwînê de dixebitin û dixawzin ku birînên erdhejê derman bikin.

Weqfa Êtîman, ji Sanîye Şeker û 3 zarokên wê yên ku li Semsûrê dijîyan û berîya erdhejê zilamê xwe winda kirîye re xwedî derket û wan tenê nehêşt.

Weqfa Êtîman, ji malbatê re alîkarîya xwarin û betanîyê kir, dûre jî Şeker û zarokên wê bir Dîyarbekirê û wan li wê derê hewand.

Şeker ew ê li Dîyarbekirê li cem eqrebeyeke xwe bimîne. (ÎLKHA)