Di seat 129 yên erdhejê de 5 kes hatin derxistin

Li Entaba ku ji erdheja Mereşê tesîrdar bû di seata 129emîn de pênç kes di bin enqazê de bi sax hatin derxistin.

Ekleme: 11.02.2023 16:55:26 / Güncelleme: 11.02.2023 16:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xebatên lêgerîn û xelaskirina erdheja ku li navçeyên Elbistan û Pazarcika Mereşê pêk hat û 10 bajaran tesîrdar kir hêj didome.

Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê, di seata 129emîn de di apartmana Akara li navçeya Çîyayê Nur a Entabê de dê, bav û 3 zarokan di bin enqaz de derxistin.

Pênç kesên ku hatin xelaskirin bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.

Di dema birina mirovên ku di bin enqazê de hatin derxistin û bi ambûlansan hatin sewqkirin de dengê tekbîran hat bihîstandin. (ÎLKHA)