Li Sûrîye hejmarê mirîyan gihaşt 3 hezar û 840 kesan

Hat destnîşankirin ku li Sûrîyeyê piştî erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat de hejmarê mirîyan gihaşt 3 hezar û840 kesan.

Ekleme: 11.02.2023 15:15:28 / Güncelleme: 11.02.2023 15:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej; li Meletî, Dîyarbekir,Edene,Mereş, Kinikan, Kîlîs, Entab, Riha û Hetayê bû sedemên xerabûnên mezin.

Erdhejên ku li Tîrkîyê pêk hatin, li çend herêmên cuda yên Sûrîyê jî tesîrdar kir.

Erdhejên ku pêk hatin li bajarên Lazkîye, Îdlîb, Halep, Hama û Tartusê jî bûn sedema xerabûnan.

Li welat hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 3 hezar û 840 kesan, birîndar jî bûn 6 hezar kesan.

Li bakurê welat xerabûn gelek zêde ye. (ÎLKHA)