Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji Hashtaga “roj roja alîkarîyê ye” re piştgirî

Ji teref Platforma Ekîba Azad ve ji bona ku birînên erdhejê bên dermankirin li ser twitterê hashtageke bi navê “roj roja alîkarîyê ye” xebatek hat destpêkirin.

Ekleme: 11.02.2023 12:20:30 / Güncelleme: 11.02.2023 12:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ev alîkarîyê re di platforma medyaya civakî de di demeke kurtasî de piştgirîyeke mezin hat dayîn. Piştgirîyek jî ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve hat dayîn.

Yapiciogluyê ku bi tirkî û bi îngîlîzî #GünDayanışmaGünü, #DayOfSolidarity weşanan da weha got,

“Gelek însanên me di bin enqazê de man, bira însanîyetîya me di bin enqazê de nemîne. #GünDayanışmaGünü (“Roj Roja Alîkarîyê Ye”) Roj, roja parvekirinê ye. Roja, roja bi hev re dermankirina birînan e. #DayOfSolidarity” (ÎLKHA)