Weqfa Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman li Mereşê şîva germ belav kir

Weqfa Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman yên ku ji serê seatên erdhejê bi tevî dildar û endamên xwe bi tevî hemû îmkanên xwe di sehayê de ne, li Mereşê şîva germ belav kirin.

Ekleme: 10.02.2023 11:55:34 / Güncelleme: 10.02.2023 11:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdhejên ku li navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatin, li 10 bajaran bû sedemên xerabûnên ciddî û bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran însana.

Tesîra afeta ku piştî erdheja li Mereşê yê ku di dîrokê de ji erdhejên herî mezin yek e hêj li Tirkîyeyê tê hîskirin, bi milyonan însan rasrterast ji erdhejê tesîrdar bûne.

Bi milyonan însanên ku xanîyên wan xera bûne, di cîhên ku ji teref dewlet an jî sazîyên xêrê ve hatine amadekirin de, di konan de dibînin û ji eqrebeyên wan yên ku di bin enqazê de ne jî bêvîya xebereke baş in.

Weqfa Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman yên ku di seatên ‘ewil yê erdhejê de xebatên xwe bênavber dikin, ji herêmên erdhejê re alîkarîyên xwe hêne jî didomînin.

Weqfa Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman; ji herêmên erdhejê re alîkarîyên xwe yên betanî, kon, sobe, cilûberg, şîva germ û amûrên erdhejê didomînin.

Herdu weqf jî li Mereşê ji mirovên ku ji erdhejê tesîradar bûne û ekîban re şîva germ belav kirin.

Xeyn ji vana dildarên weqfan, ji serê seatên ‘ewil yê erdhejê li ser enqazan xebatên lêgerîn û xelaskirinê dikin. (ÎLKHA)