Di erdhejan de hejmarê kesên wefatkirî derket 9 hezar û 57 kesan

Hat ragihandin di encama erdhejên ku navenda wan  Mereş bû de hejmarê kesên wefatkirî derket 9 hezar û 57 kesan.

Ekleme: 08.02.2023 19:20:29 / Güncelleme: 08.02.2023 19:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berîya du rojan li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin di encama erdhejên ku navenda wan  Mereş bû de hejmarê kesên wefatkirî derket 9 hezar û 57 kesan û hejmara kesên birîndar jî derket 52 hezar û 979 kesan.(ÎLKHA)