Li Sûrîyê û Rojavaya Kurdistanê hejmara kesên ku ji ber erdhejê mirin derket li ser 2500î

Hat ragihandin li Sûrîyê û Rojavaya Kurdistanê hejmara kesên ji ber erdhejên ku mezinahîya wan 7.7 û 7.6 bûn canê xwe ji dest dan derket li ser 2500î.

Ekleme: 08.02.2023 13:20:29 / Güncelleme: 08.02.2023 13:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê heta niha 4 hezar û 645 kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin li herêmên ku lê erdhej tesîrdar bû û xanî hilweşîyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Doh li Efrînê pitikeke 2 mehî ji bin enqazê hatibû derxistin.(ÎLKHA)