Li Meletîyê zaroka 13 salî di bin enqazê de bi saxîtî hat derxistin

Ekîbên ku li Meletîyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin, di seatên êvarê de qîzikeka 13 salî di bin enqazê de bi saxîtî derxistin.

Ekleme: 08.02.2023 12:20:29 / Güncelleme: 08.02.2023 12:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêmên ku ji erdhejê tesîrdar bûne xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome.

Li Meletîyê ekîban, zarokeka 13 salî ya ku di bin betonê de asê mabû derxistin derve.

Hat destnîşankirin ku navê qîzika biçûk Ceren e.

Hat diyarkirin ku Cerena biçûk di bin enqaza ku li Kolana Şîre Pazari ya Taxa Yenî Hamam a navçeya Battalgazîyê ye de bi saxîtî hatîye derxistin, 4 kes jî rehmet kirine. (ÎLKHA)