Partîyên sîyasî û sazîyên sîwîl ên Kurdistana Başûr û Rojhilat ji bo hevxemîya xwe li HUDA PARê gerîyan

Rayedar û endamên partîyên sîyasî û sazîyên sîwîl ên ku li Kurdistana Başûr û Rojhilat kar û barên xwe birêve dibin li endam û rayedarên HUDA PARê gerîyan û ji bo mirinên ku ji ber erdhejê pêk hatine xemgînîyê xwe anîn zimên.

Ekleme: 08.02.2023 11:50:29 / Güncelleme: 08.02.2023 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedar û endamên partîyên sîyasî û sazîyên sîwîl ên ku li Kurdistana Başûr û Rojhilat kar û barên xwe birêve dibin û li endam û rayedarên HUDA PARê gerîyan wisa ne:

Ji Kurdistana Başûr:

Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Bahedîn, Serokê Komel Elî Bapîr, Serokê Bizûtnewey Îslamî Şêx Irfan Abdulazîz, Mamoste Aras, Faris Axayê Girbidew, Mamoste Abdullahê Berpirsê Îttîhadul Ulema yê Bajara  Ranya, ji mezinên Aşîra Omerya Ehmed Şêxo, Prof. Dr. Ehmed Mîrza, Endamê Bîzutnaweya Îslamî H. Kemal, Alîkarê Serokê Giştî yê Yekgirtû Seyda Xelîl, Şewimendê  Serokê Giştî yê Yekgirtû Dr. Omer Abdulazîz, Endamê Komel Dr. Ahmet Cemal, ji Yekgirtû Omer Hasan Omer û ji  Speda TVyê Omer Abdulazîz.

Ji Kurdistana Rojhilat:

Akademîsyen Kak Yasîrê lawê Melayê Înê yê Mizgefta Uşnewye, Mamoste Huseyîn Tîbaşê Endamê Şuraya Dawet û Islahê, ji bajara Banê Mamoste Abdulmecîd Banêyî, Sa’dî Mahmud û lawê wî Usame, ji bajara Merîwan Mamoste Hîwa.

Kesên ku ji bo tazîye û hevxemîyê li rayedarên HUDA PARê gerîyan ji Xwedê ji bo kesên birîndar şifa û ji bo kesên wefat kirine jî rehmet teleb kirin.(ÎLKHA)