Li Sûrîyê ji ber erdhejê hejmarê mirîyan gihaşt nêzê 2 hezarî

Li Sûrîyeya ku ji erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat de bandor bû, hejmarê mirîyan gihaşt nêzê 2 hezarî.

Ekleme: 08.02.2023 10:35:34 / Güncelleme: 08.02.2023 10:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erhejên mezin pêk hatin.

Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê gelek zerarên mezin çêkir.

Erdhejên li Tirkîyê, li herêmên Sûrîyê jî xwe tesîrdar kir.

Erdhejan li bajarên Îdlîb, Helep, Lazkîye û Tartusê jî bû sedema xerabûnê.

Li welat hejmarê mirîyan derket 1932 kesan, bi hezaran mirov birîndar bûn, bi sedan însan jî di bin ‘enqazê de man.

Li bakurê Sûrîyê gelek avahî xera bûn û hilweşîyan. (ÎLKHA)