Serokê Weqfa Yetîman ji bo Semsûrê banga alîkarîya bi lez kir

Fîkrî Karavîlê Serokê Weqfa Yetîman ji bo Semsûrê banga alîkarîya bi lez kir.

Ekleme: 06.02.2023 22:50:30 / Güncelleme: 06.02.2023 22:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karavîl di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, rewşa mewcûd a LI Semsûrê ji ya ku tê diyarkirin pir zehftir xerabtir e û wiha got: " Tê diyarkirin heta niha 8 kes li Semsûrê canê xwe ji dest dane, lê belê di rastîyê de ne wisa ye, ev agahî kêm e. Lewra li vê derê bi sedan mal xera bûne. Divê herkes vê rewşê bizanibe ku li vê derê hêj tu xebat nehatine destpêkirin."(ÎLKHA)