ÎTTÎHADUL ULEMA: Divê temamê dewletan ji herêmên erdhejê re alîkarî bikin

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve piştî 2 erdhejên mezin ên ku pêk hatin daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.

Ekleme: 06.02.2023 21:05:30 / Güncelleme: 06.02.2023 21:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

ÎTTÎHADUL ULEMA di daxuyanîya ku belav kir  de bang li temamê dewletan kir da ku ji herêmê re bibin alîkar û dûre wiha li peyamê hat zêdekirin: “Resûlê Xweda di hedîsekê de dibêje ‘Misliman birayê Mislimanan e, zilm û neheqîyê lê nake û wî teslîmî dijmin nake.  Her kî ji birayê xwe yê Misliman re bibe alîkar Xweda jî ji wî kesî re dibe alîkar…’ Hûn jî dizanin ji ber erdheja ku pêk hat her ku diçe hejmara kesên mirî û birîndar û her wisa hejmara avahîyên xerabûyî zêde dibe.  Li welêt û li Sûrîyê bi milyonan însan di bin şert û mercên giran de li derve di nav bêçaretîyê de disekinin da ku ji wan re alîkarî bê kirin. Divê temamê welatên cîhanê ji van birayên me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)