Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah derheqê erdhejê de daxuyanîye belav kir

Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah derheqê erdhejê de daxuyanîye belav kir.

Ekleme: 06.02.2023 20:30:31 / Güncelleme: 06.02.2023 20:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gumuş di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Bêşiphe em ji Xwedê hatin û em ê vegerin Wî.” û dû re wiha got: “Ez ji Xwedê ji bo wan xuşk û birayên me yên ku ji ber erdheja ku navenda wê Paazarcika Mereşê bû û li Semsûr, Entabê, Edene, Hetay, Osmanîye, Riha, Diyarbekir, Meletî, Kîlîs û her wisa li Lazkîye, Hama û Heleba Sûrîyeyê pêk hat de canê xwe ji dest dan rehmê û ji bo birîndaran rî şifayê teleb dikim. Xweda sebrê bide nasên wan.

Em dizanin ew gelê me yê ku ji erdhejê tesîrdar nebûn ew ê him bi şiklekî maddî û him jî manewî destekê bidin kesên ku ji erdhejê zirarê dîtine. Rebbê ji niha ve xêra we û alîkarîya ku hûn ê bikin qebûl bike.

Rebbê min, ummeta me ji afetên mezintir muhafeze bike.(ÎLKHA)