Êrîşên ku li Qurana Kerîm tên kirin li Hamburgê hat protestokirin

Mislimanên ku li Hamburga Almanyayê li hev civîyan êrîşên ku li Qurana Kerîm tên kirin  protesto kirin.

Ekleme: 05.02.2023 11:45:30 / Güncelleme: 05.02.2023 11:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di van rojên dawî de li Swêd, Hollanda, Danîmarka û welatên din ên Ewrûpayê li hember Qurana Kerîm êrîş hatin kirin ku ev yek  li Hamburga Almanyayê hat şermezarkirin.

Bi hezaran Mislimanên ku li hev civîyan bi xwe Qurana Kerîm anîn û destnîşan kirin ew ê her tim li muqaddesatên xwe xwedî derkevin.

Di dema protestoyan de bênavber tekbîr hatin anîn û dijminên Îslamê hatin telînkirin.

Di axavtina ku hat kirin de hat destnîşankirin şewitandina Qurana Kerîm ne azadîya fikr û ramanê ye û divê ev sepanên faşîstane bên cezakirin.(ÎLKHA)