Pakistanê Wikipediayê qedexe kir

Ji ber bêhûrmetîya ku li hember muqaddesatên Îslamî tê kirin meqamên Pakistanê li welêt Wîkîpedîayê qedexe kir.

Ekleme: 05.02.2023 10:45:26 / Güncelleme: 05.02.2023 10:45:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Otorîteya Telekomunîkasyonê yê Pakistanê Malaht Obaîd derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Obaîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew berî niha 48 seat wext dabûn Wîkîpedîayê da ku wê parvekirina ku tê de heqaret û bêhûrmetî li hember muqaddesatên Îslamî tê kirin rabikin, lê belê digel ku 48 seat derbas bûbin jî ew wê parvekirinê ranekirine ku ew ji ber vê yekê bikaranîna Wikipediayê qedexe kirine.(ÎLKHA)