Wezîr Çavuşoglu: Norwêç, îzna xwe ya ji şewitandina Qur’anê re betal kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, daxuyand ku êrîşa ku li Norwêçê li dijî Qur,’anê bihata kirin di encama destavêtinê de hat betalkirin.

Ekleme: 03.02.2023 11:45:33 / Güncelleme: 03.02.2023 11:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavuşoglu, beşdarî Bernameya Kampên Zivistanê Bi Tematîk a 7mîn ku li Enqereyê dihat tertîpkirin bû û li ev derê axavtinek kir.

Çavuşoglu, di axavtina xwe de êrîşên ku li Holland, Swêd û Danîmarkayê li dijî Qur’anê hatibûn kirin bi bîr anît û weha got, “Wek wan êrîşan ew ê li Norwêçê jî êrîşek bihata kirin. Me Sefîrê Norwêçê gazî Wezretê kir. Ew îzna ku dane betal kirine. Sûca însanîyetîyê, ne azadîya fikrê ye. Ev sûceke nefredê ye.” (ÎLKHA)