Li Nîjeryayê şoba taya Lassayê: Rewşa Lezgîn hat îlankirin

Navenda Kontrola Nexweşî ya Nîjeryayê (NCDC) daxuyand ku ji ber şoba taya Lassayê li welat “rewşa lezgîn” hat îlankirin.

Ekleme: 02.02.2023 16:35:31 / Güncelleme: 02.02.2023 16:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

NCDC diyar kir ku sala borî 178 kes ji ber nexweşînê canê xwe ji dest dan, di meha Çileyê de di 244 kesan de ev nexweşîn hat dîtin, ji van 37 kesan jî mirin e.

NCDC, daxuyand li welat ji ber ku ev şob zêde belav bûye li giştîyê welat rewşa lezgîn hat îlankirin û li dijî şobê xebat jî hatine destpêkirin.

Taya Lassayê ku piranî li welatên Malî, Togo, Gana, Lîberya, Sîerra Leoneyê tên dîtin, ji ber destdayîna ji pîsîya mişkan belav dibe.

Nexweşîn, ji însanan dikare derbasê însanan bibe û dibe sedema mirinê. (ÎLKHA)