Zuhtu Arslan ji nû ve bû serokê AYMyê

Serokê Dadgeha Makeqanûnê Zuhtu Arslan, bi 8 rayan cardin ji serokatîyê re hat bijartin.

Ekleme: 02.02.2023 12:05:29 / Güncelleme: 02.02.2023 12:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku roja wezîfeya Serokê Dadgeha Makeqanûnê Zuhtu Arslan di 13ê Sibatê de dawî dibû di Dadgeha Bilind de îro hilbijartina serokatîyê hat kirin.

Arslanê ku dema wezîfeya wî dawî bûbû, di AYMya bi 15 endamê de bi 8 rayan cardin ji serokatîyê re bijirî.

Serokê Dadgeha Makeqanûnê ji bo 4 salan tê bijartin.

Zuhtu Arslanê ku cara yekem di 10ê Sibata 2015an de ji serokatîya Dadgeha Bilind re hatibû bijartin, piştî dawîbûna wezîfeya wî ya 4 salî di 13ê Sibata 2019an de cara duyem dîsa hatibû bijartin. (ÎLKHA)