Di qezaya kelekê ya li Pakistanê de hejmerê xwendekarên mirîyan derket 52 kesan

Li wîlayeta Xeyber-Pextunxwaya Pakistanê di encama bin av bûna kelekeke ku li gola bendavê pêk hat de hejmarê xwendekarên medreseyê ku canê xwe ji dest dane derket 52 kesan.

Ekleme: 01.02.2023 11:55:30 / Güncelleme: 01.02.2023 11:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya Pakistanê rayedaran ragihandine ku ekîbên lêgerîn û xelaskirinê di Gola Bendava Tandaya ku li herêma Kohata ku girêdayê wîlayeta Xeyber-Pextunxwayê ye de piştî bin av bûna kelekê a di 29ê Çileyê de 21 cesedan derxistine.

Bi tevî van cesedan hejmarê mirîyan derket 52 kesan.

Hat hînbûn kesên ku di nav kelekê de bûne xwendekarên medreseyê ne û ‘emrên wan di navbera 7 û 10 salî de ne. Ew ji bona ku ji xwe re seyranê bikin çûne gola bendavê.

Hat îfadekirin ku di encama qezayê de hêna jî 2 kes winda ne.

Tê texmînkirin ku di keleka ku bin av bûye de 58 rêwî hebûye. (ÎLKHA)