Li Karabûkê wesayîtek li stûna çirayê qelibî: 5 birîndar

Li Safranboluya navçeya Karabûkê ajokarê wesayîtê li stûna ronahiya elektrîkê qelibî û 4 kesên pê re birîndar bûn.

Ekleme: 01.02.2023 11:50:25 / Güncelleme: 01.02.2023 11:50:25 / Xeberen Kurdi / Karabük Haberleri
Destek için 

Qeza bi şev li taxa Kireçkuyusu pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya ku ji Karabûkê ber bi Safranboluyê ve diçû û ajokarê wê hêj nehatîye tesbîtkirin ji kontrolê derket û ji rê derket li stûna ronahiyê ket.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê qezayê kirin. Birîndar piştî bersiva ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karabukê.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e. (ÎLKHA)