Li Filistînê berxwedêrekî, erebeya xwe li ser leşkerên îşxalkeran ajot: 2 birîndar

Li bajara Nablusa ku di bin îşxalê de ye li alîyê cîhê kontrolê ya leşkerîyê ji teref Filistînîyekî ve bi erebeyê çalakîyek hat lidarxistin.

Ekleme: 01.02.2023 11:45:26 / Güncelleme: 01.02.2023 11:45:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya Filistînê, berxwedêrekî Filistînî, xwest ku bi erebeyê xwe li ser leşkerên îşxalker yên li kontrola Za’tarayê ye derbas bibe.

Filistînî, piştî ku di çalakîyê de li 2 leşkeran xist ji cîhê bûyerê bi lez dûrçû.

Hat ragihandin ku rewşa leşkerên ku di bûyerê de birîndar bûne û hatine rakirin nexweşxaneyê baş e.

Rejîma îşxalker, piştî çalakîyê ji bona berxwedêrê ku çalakîyê li dar xistîyê biqefêle xebat da destpêkirin.

Ciwan û hunermendên li bajara Nablus û derdorê wê ji bona ku failê çalakîyê biparêzin, bang kirin ku qemerayên li ser rêya çalakîyê tevan bişkênin.

Berdevkê Hamasê Abdullatîf el-Kanu jî derheqê bûyerê de daxuyanî da û di daxuyanîyê de çalakîyê bi navê “operasyona qehremenî” wesifand. (ÎLKHA)