Otobusa rêwiyan qelibî: 1 mirî, 15 birîndar

Li Tokatê di encama qelibîna otobusa rêwiyan de, li gorî diyarîyên ‘ewil 1 kes canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.02.2023 11:15:30 / Güncelleme: 01.02.2023 11:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser rêya Tokat – Sêwasê pêk hat.

Otobusa rêwiyan a ku ajokarê wê ji ber barîna berfê kontrola dîreksîyonê winda kir, qelibî.

Li ser îxbarê ekîbên AFAD, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Li gor tespîtên ‘ewil di qezayê de 1 kes canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat hînbûn ku otobusa rêwiyan ji Wanê ber bi Samsunê ve diçû. (ÎLKHA)