Li Zêlkanê 8 mûşek hatin avêtin baregeha leşkerî ya Tirkiyê

8 mûşek avêtin baregeha leşkerî ya Zêlkan a li navçeya Başîk a parêzgeha Nînowa ku leşkerên Tirkîyê lê dimînin.

Ekleme: 01.02.2023 11:10:17 / Güncelleme: 01.02.2023 11:10:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya Dijeteror a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro di danê sibê saet 07:45an de 8 mûşek hatin avêtin binkeya leşkerî ya Zêlkan li navçeya Başîka a parêzgeha Nînowa.

Di raporê de hat gotin, "2 ji wan mûşekan li hundirê baregehê ketine û yên din jî li derdora baregehê ketine û ti ziyanên canî çênebûne." (ÎLKHA)