Li Hindistanê di avahîyê de şewat: 14 mirî û 18 birîndar

Di şewata ku li wîlayeta Jharkhanda Hindistanê di avahiyeke 13 qatî derket de 14 kes canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.02.2023 08:55:08 / Güncelleme: 01.02.2023 08:55:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarê Dhanbad ê wîlayeta Jharkhand a Hindistanê di avahiyek 13 qatî de di derdora seat 18.00an de şewatek derket.

Şewata ku hêj sedema wê nehatiye zanîn di demeke kin de mezin bû.

Di şewata ku di qata 2yemîn a avahîyê de derket de 10 jin, 3 zarok, 14 kesan canê xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Di dema şewatê de hat hînbûn ku gelek kes ku hêj hejmarê wan nayê zanîn ji bona zewacê di nav xanîyekî de bûne. (ÎLKHA)