Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê: Êrîşên li dijî îbadetxaneyan ji dînê Îslamê re ters e

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ku êrîşa doh li Pakistanê hatibû kirin şermezar kir, destnîşankir ku çalakîyên ewakî ji dînê Îsalama mûbîn re ters e.

Ekleme: 31.01.2023 15:05:34 / Güncelleme: 31.01.2023 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, derheqê êrîşa ku li bajara Peşawera Pakistanê ji kesên ku di mizgeftê de îbadetê dikirin re hat kirin de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de wê êrîşê şermezar kir û ji rêveberîya Komareya Îslamê ya Pakistanê û xelqê wê re daxwazîya sersaxîyê kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Emîrtîyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em bi xemgînî hînbûn ku roja Yekşemê, li bajara Peşawera wîlayeta Xeyber Pextunxwayê, di teqîna ku li mizgeftê pêk hat de gelek kes canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Emîrtî êrîşa di mizgeftan de ji kesên ku îbadetê dikin re tên kirin şermezar dike û çalakîyên ewakî jî ji Îslamê re ters in.

Li gorî agahîyên medyaya Pakistanê, di encama êrîşa ku li mizgefteke li bajara Peşawera ku girêdayê wîlayeta Xeyber Paxtunxwaya ku li nêzê sînora Efxenistanê ye hatibû kirin de hejmarê qurbanîyan derketibû 83 kesan, 100î zêdetir mirov jî birîndar bûbûn.

Hat destnîşankirin ku di encama teqînê de di mizgeftê de 500 kes hebûne û xebatên ku ji bona kesên ku di bin enqazê de mane bên xelaskirin jî hêj didome.

Li giştîyê wîlayetê şîn hat îlankirin. (ÎLKHA)