Hamas: Berxwedana Filistînê ew ê girtiyan azad bike

Mehmûd Merdawî yek ji rêberên Hereketa Berxwedana Îslamî (Hamas) ragihand ku xelqê Filistînê girtiyên ku di girtîgehên rejîma îşgalker a sîyonîst de ne tenê nahêlin û berxwedana Filistînê ew ê bersiva her êrişa ser girtiyan bide.

Ekleme: 30.01.2023 14:45:57 / Güncelleme: 30.01.2023 14:45:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Merdawî destnîşan kir ku zulm û binpêkirinên ku li zîndanên Filistînî yên di zindanên rejîma îşxalker de tên kirin nîşaneya siyaseta dewleta îşxalker a siyonîst e.

Merdavî diyar kir ku Îtamar Ben-Gvirê sîyonîst difikire ku zilm û zordariya li ser girtiyan û veguhestina girtiyan ji zindanekê bo girtîgeheke din ew ê di nav çar dîwaran de bimîne û destnîşan kir ku berxwedana Filistînê ji bo soza ku dabû girtiyan bi cih bîne dest bi xebatê kir.

Merdawî diyar kir ku berxwedana Filistînê dê rê nede binpêkirina girtiyan û ji bo ku girtiyan ji zindanên rejîma îşxalker rizgar bike ew ê hemû hewldanan bide û diyar kir ku her êrîşek ku girtiyan bike hedef dê bibe sedema pevçûnan û îşxalker dê neçar bin ku gavekê paş bavêjin.

Piştî ku rêveberiya girtîgehên rejîma îşxalker herî dawî zext li girtiyên Filistînî yên li girtîgehên Ofer, En-Nakab, Mecdu û Ed-Damon ê girtin û qutkirina elektrîka qawîşên Girtîgeha En-Nakabê di zindanên rejîma îşgalker de alozî derketîye. (ÎLKHA)