Li Pakistanê otobusa rêwîyan qeza kir: 41 rêwî di otobusê de şewitîn û rehmet kirin

Di encama qezaya ku li Pakistanê pêk hat de ji 48 rêwîyan tevde 41 rêwî canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.01.2023 12:46:06 / Güncelleme: 29.01.2023 12:46:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li parêzgeha Belûcistanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn otobuseke rêwîyan a ku 48 kes têde bû ji pirê ket xwarê û agir bi otobusê ket.

Di encama şewata ku pêk hat de 41 kes şewitîn û canê xwe ji dest dan. Tê diyarkirin yek jê zarok 3 kes  xelas bûn.(ÎLKHA)