Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê êrîşa siyonistên îşxalker a ku li Cenînê hat kirin şermezar kir

Ji teref Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê ve derheqê êrîşa hovane ya siyonistên îşxalker a ku li Kampa Penaberan a Cenînê hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 28.01.2023 11:30:32 / Güncelleme: 28.01.2023 11:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Em wek Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê wan êrîşên ku tê de 9 kes hatin şehîdkirin û bi dehan însan birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin. Ji bo wan şehîdan ji Xwedê efû û mexfîretê û ji bo birîndaran jî şifa teleb dikin. Em bang li temamê welatên cîhanê dikin da ku li dijî rejîma îşxalker dengê xwe bilind bikin û mafên însanî û Îslamî yên Filistînîyan muhafeze bikin.”(ÎLKHA)