Mînîbusa ku karkeran vediguhast qeza kir: 1 mirî 13 birîndar

Di encama qezaya ku li Nevşehîrê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.01.2023 10:45:29 / Güncelleme: 28.01.2023 10:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li navçeya Acigola Nevşehîrê li mewqîya Karacaorenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa ku karkeran vediguhast ji ber ku rê xera bûyîbû qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)