Êrîşên Koalîsyona Siûdî li Yemenê didome

Hêzên Koalîsyona dî pêşengîya rejîma Siûdî de, êrîşên xwe yên li dijî Yemenê didomîne. Di encama êrîşan de herî kêm 3 jê zarok 4 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 26.01.2023 12:05:28 / Güncelleme: 26.01.2023 12:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên koalîsyona Ereb ya ku rejîma Siûdî serî dikşîne bi topên hewanê û çekên giran êrîşî wîlayeta Sadaya Yemenê dike û ev êrîşên xwe didomîne.

Herêma sînora Şedaya li wîlayeta Sadayê ji teref balafirên herbê yê aîdê hêzên koalîsyona Siûdî ve hat hedefgirtin.

Hat îfadekirin ku di êrîşan de sîvîlên mirî û birîndar jî hene.

Di encama êrîşa li bajara Eş-Şercaya wîlayeta Hudeydeyê ku bi balafirên hewayê ya bêînsan hatine kirine de 3 jê zarok tevde 4 kes canê xwe ji dest dane, kesek jî birîndar bû.

Êrîşên hêzên koalîsyonê ku serê wan rejîma Siûdî dikşîne, ji meha Adarê a sala 2015an heta niha didome. (ÎLKHA)