Li El Babê li dijî DAÎŞê operasyon: 16 kes hatin girtin

Walîtiya Entabê daxuyand ku li El Babê 16 şikdarên ku di nava DEAŞê da fealîyetan kirine hatin girtin.

Ekleme: 26.01.2023 11:55:34 / Güncelleme: 26.01.2023 11:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hat ragihandin ku di encama xebatên îstîxbaratî yên ku di bin şêwirmendiya Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê de hat kirin de, ji aliyê Rêxistina Ewlekariya Xwecihî ya El Babê ve di koordînasyona rayedarên dadwerî yên herêmî de li dijî endamên DAIŞê operasyonek hatiye lidarxistin.

Di operasyonê da 16 şikdarên ku di nav rêxistinê da wek kadî dixebitin jî di nav da hatin binçavkirin.

Ji şikbaran 15 kes ji teref dadgehên hereme ve sewqi wan hatin kirin. (ÎLKHA)