Li Stenbolê di avahiyeke 3 qatî de şewat: Kesên asê mabûn hatin xelaskirin

Li Fatîha Stenbolê 2 kesên di şewata ku di avahiyeke 3 qatî de mabûn ji teref ekîbên îtfaiyeyê ve hatin xelaskirin.

Ekleme: 26.01.2023 09:02:32 / Güncelleme: 26.01.2023 09:02:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Taxa Ayvansarayê di avahiya 3 qatî ya li Kolana Tamburaciyê de bi şev şewat derket.

Piştî kesên ku ji ber sedemeke nediyar şewatê ferq kirin, ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîye ên ku mudaxeleyî şewatê kirin 2 kesên di avahiyê de asê mabûn xilas kirin. 2 kesên ji dûmana zêde tesîrdar bûn piştî alîkarîya ‘ewil a tenduristîyê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Şewat bi midaxeleya îtfaiyeyê hat tefandin, lê avahî bêkar bû.

Sedema şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)