Êrîşên çekdarî yên li Emrîqayê berdewam dikin: 7 mirî

Li bajarê San Mateo yê wîlayeta Calîforniyayê ya Emrîqayê di encama gulebarana li du kreşên cuda de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 25.01.2023 09:55:30 / Güncelleme: 25.01.2023 09:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di van demên dawî de li Emrîqayê êrîşeke çekdarî ya bênavber hat zêdekirin. Li wîlayeta San Mateoya Californiaê, ji du zarokxaneyên cûda re gulebaran hat kirin.

Di êrîşên çekdarî de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ofîsa Şerîf a San Mateo derheqê êrîşê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa çekdarî ya li navçeyê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye, di êrîşa din a çend kîlometre dûrî wê de jî 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zilamê bi navê Zhao Chunli ê 67 salî ku tê gumankirin di êrîşan de cih girtiye di otoparkê de bi çekê hatiye girtin. (ÎLKHA)