Li Îranê êrîş li leşkeran hat kirin: 2 esfer mirin

Li Îranê li dijî endamên ewlehîyê yên ku ji bo wezîfeyê digerîyan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 2 esfer canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.01.2023 14:55:26 / Güncelleme: 24.01.2023 14:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîş di seatên êvarê de li wîlayeta Sîstan-Belucistanê pêk hat.

Midurê Ewlehîya Sîstan-Belucistanê Muhammed Kanberî weha got, “Ji leşkerên ku li navçeya Bempurê digerîyan re bi çekan êrîş hat kirin. Serdar Muhtar Muminî û Serpel Ebuzer Umîdvar canê xwe ji dest dan, Binesfer Mîlad Abdullah jî birîndar bû.”

Kanberî diyar kir ku ji bona êrîşdarên ku nasnameyên wan nehatine hînbûn bên qefaltin xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)