Qeza di seatên êvarê de li Taxa Fabrîqeyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin trêna barkirî yê ku ji alîyê Meletîyê ve dihat û ji alîyê Mêrdînê ve diçû, li erebeya ku tê îddîa kirin bi bêkontrolî ketîye nav rêya trênê qelibî.
Di encama qezayê de erebe 150 metre pekîyaye û 4 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji qezayê ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)