Rihayî ji bo xwedîderketina li Qurana Kerîm di wextê nimêja şeveqê de kom bûn

Ji ber ku li ber balyozxaneya Tirkîyeyê ya li Swêdê siyasetmedarekî nîjadperst di bin destûra hikûmetê de Qurana Kerîm şewitand ku ji ber vê yekê Rihayî di wextê nimêja şeveqê de hatin ba hev û êrîşa ku hat kirin şermezar kirin.

Ekleme: 22.01.2023 13:10:34 / Güncelleme: 22.01.2023 13:10:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rihayîyên ku di nimêja şeveqê de li Mizgefta Dergahê hatin ba hev destnîşan kirin ew ê ti kes û bi ti awayî nikaribûn nûra Quranê bitefînin û ti kes nikaribe  pêşîya dengê Quranê  bigirin.

Rihayî derbarê mijarê de wisa gotin:

Miftîyê Bajêr ê Rihayê  Tolan: Divê me nîşan bidin çawa li Qur’anê xwedî derdikevin.

Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Emîn Ozaslan: Divê welatên Îslamê sefîrên xwe yên li Swêdê bikşînin û têkilîyên xwe pêre qut bikin.

Mela Sînan Unel: Em ê her tim li Quranê xwedî derkevin.Divê welatên Îslamê di vî warî de gavinan bavêjin.

Abdusselam Arslan: Em amade ne ku ji bo Quranê canê xwe feda bikin.

Abdullah Esmer:Cihê kafiran cehennem e. Ew çi bikin jî ew ê nikaribin nûra Xwedê ji holê rakin.(ÎLKHA)