Êrîşên li hember Qurana Kerîm tên kirin dê îro li Êlihê bên telînkirin

Ji ber ku li ber balyozxaneya Tirkîyeyê ya li Swêdê siyasetmedarekî nîjadperst di bin destûra hikûmetê de Qurana Kerîm şewitand, ji teref Platforma Nesla Quranê ve ew ê  mîtîngek li Êlihê bê tertîpkirin.

Ekleme: 22.01.2023 10:25:28 / Güncelleme: 22.01.2023 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Platforma Nesla Quranê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji bo êrîşên ku li Qurana Kerîm tên kirin bên telînkirin ew ê îro li di seat 13.00an de li Parka Jinan a 8ê Adarê ya li Êlihê mîtîngek bê tertîpkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de temamê xelkê hat vexwandin mîtîngê.(ÎLKHA)