Dijmin Îslam û Quranê li Enqereyê hatin telînkirin

Piştî ku li ber balyozxaneya Tirkîyeyê ya li Swêdê siyasetmedarekî nîjadperst di bin destûra hikûmetê de Qurana Kerîm şewitand, li Enqereyê ji teref Genç Memur-Sen ve daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Ekleme: 22.01.2023 10:10:33 / Güncelleme: 22.01.2023 10:10:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Genç Memur-Sen di daxuyanîya xwe ya li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Enqerê belav kir de destnîşan kir, ew ê ji ti bêedebîya ku dê li hember Quranê bê kirin re bê deng nemînin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di temamê dîrokê kerîyên ehmeqan derketine holê. Lê belê ew ti car muweffeq nebûn. Em ê bi wan êrîşên ku li Qurana Kerîm tên kirin re her tim micadele bikin.”(ÎLKHA)