Li Mereşê ji ber şewata ku derket 3 zarok canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li navçeya Dulkadîrogluya Mereşê ji ber şewata ku di malekê de derket 3 zarok canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 22.01.2023 09:25:27 / Güncelleme: 22.01.2023 09:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Dîwanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di malekê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Ji ber şewatê 3 zarokên bi navê Z.A, M.A. û A.A. canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên zarokan hatin birin mirîxaneya Zanîngeha Kahramanmaraş Sütçü İmam.(ÎLKHA)